Fransa û Yûnanistan: Bila Tirkiye bi riya diyalogan aloziyê çareser bike

Fransa û Yûnanistanê bang li Tirkiyê kir ku bi riya diyalogan aloziyên li Rojhilatê Deryaya Spî çareser bike.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser mlapera xwe ya Tiwîterê derbarê nakokiyên li rojhilatê Deryaya Spî axivî.

Macron bang li Tirkiyê kir ku ji bo çaserkirina aloziya li Deryaya Spî bikeve diyalogên rasteqîn.

Îro jî, Wezîrê Karên Derve yê Yûnanistanê Nikos Dendias li ser malpera xwe tiwîtek avêt û wiha got:

“Derbarê aloziya li rojhilatê Deryaya Spî, bijarte ji Tirkiyê re vedigere.

Yan wê Tirkiyê dest bi diyalogên rasteqîn bike yan wê lîsteyeke cezayên Ewropî payê wê bikeve.

Ev demeke aloziya li rojhilatê Deryaya Spî ketiye rojeve Yekîtiya Ewropayê, ku Tirkiyê û Yûnanistanî hêzên xwe yên şer li beramberî hev kom dikin.

Back to top button