HPG: 5 jê payebilind hejmarek zêde ji leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê rojane derbên giran li artêşa Tirk a dagirker didin.
Gerîlayan di çarçoveya pêngava KCK’ê ya ‘Li Dijî Tecrîd, Faşîzm û Dagirkeriyê; Dema Azadiyê ye’
li gelek herêman li dijî artêşa dagirker çalakiyên xurt li dar xist. Di çalakiyan de 5 jê payebilind gelek leşker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava ku KCK’ê ragihandiye gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li gelek herêman rêzeçalakî lidarxistin.

Têkildarî çalakiyên gerîlayan Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kir;

“Di 15’ê Îlonê de hêzên me li Girê Şehîd Şîlan a qada Kartalê ya Heftenînê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên xurt li dar xistine. Li vî girî çeperek a ku leşker tê de hate îmhakirin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.

Di 17’ê Îlonê de li Girê Kato Sulê ya qada Bektorya ya Heftenînê çepereke artêşa Tirk a dagirker bûye hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de çeper hate îmhakirin, 5 leşker hatin cezakirin û 3 leşker jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker li Girê Kartal, Girê Şehîd Zinar û Geliyê Şehîd Gever operasyoneke dagirkeriyê daye destpêkirin. Ev operasyon didome.

Di 17’ê Îlonê de hêzên me li Girê Şehîd Bîlal a Çelê ya Colemêrgê li artêşa Tirk a dagirker xistin. Di vê çalakiyê de çeperek tevî leşkerên tê de hate îmhakirin.

Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi obus, hawan û balefirên şer qad bombebaran kir û operasyonek da destpêkirin. Hêzên me yekîneyeke operasyonê xistin bi kontrola xwe û li wan xist. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin.

Dİ 11’ê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker ber destê sibê bi balefirên şer û helîkopteran qada Kato Jîrka ya Elkê ya Şirnexê bombebaran kir. Piştî ku bi helîkopteran leşker anî qadê, li qadê operasyonek da destpêkirin. Hêzên me tevgera leşkeran şopand û di heman demê de li koordîneya operasyonê xist. Di vê çalakiyê de koordîneya operasyonê hate îmhakirin û 5 jê payebilind, gelek leşker hatin cezakirin.

Di 5’ê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker bi helîkopterên Skorsky leşker aniye qada Masîro ya Şaxa Wanê û operasyoneke dagirkeriyê daye destpêkirin. Di dema operasyonê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimiye. Di vî şerî de rêhevalên me Egîd û Mazlûm heta fîşeka xwe ya dawî şer kirine û şehîd bûne.

Artêşa dagirker a Tirk li gundên girêdayî herêma Omeryan a Mêrdînê cilên hêzên me li xwe dikin û faliyetên kontra dikin. Piraniya van komên kontra ji jinan pêk tên. Pêwîst e gelê me yê herêmê li hemberî van komên kontra hişyar bin.”

Back to top button