Li bajarê Lahey ê Hollandayê pevçûnek rû da

Li Lahey ê Hollandayê di navbera komên Erîtreyî de pevçûnek tund rû da.
Polîsên Hollandî ku dixwestin destwerdanê bikin para xwe ji êrîşan girtin.
Komên êrîşkar wesayîtên polîsan şewitand û bi keviran êrîşî polîsan kirin.
Li welêt hejmarê zêde yê penaberan jî di rojeva siyasetmedaran de ne.

Li bajarê Lahey a Hollandayê di navbera komên Erîtreyî de pevçûn derket.

Polîsên Holandî destwerdana pevçûnê kir.

Komên êrîşkar agir berdan wesayîtên polîsan û bi keviran êrîşî polîsan kirin.

Siyasetmedarê rastgir Geert Wilders malperê xwe yê medya civakî derbarê vê pevçûnê de nivîsek parve kir.

Komên Erîtreyî agir berdan wesayîtan

Wilders bertek nîşanî hatina penaberan li welêt da û polîtîkayên hikumetê rexne kir.

Li gorî daneyên Hollandî li welêt 25 hezar Erîtreyî ku Efrîqa hatine dijîn.

Beriya niha jî di navbera komên Erîtreyî de pevçûn rû dabûn.

Havîna borî li Almanyayê festîvala Erîtreyiyan çêbû, li wir jî dîsa pevçûn rû da û 26 polîs birîndar bûbûn.

Piştî vê bûyerê dîsa festîvalek li Stockholmê rewşeke tundî pêk hat û 50 kes birîndar bûbûn.

Li Hollandayê 25 hezar Erîtreyî dijîn

Erître di sala 1993’yan de ji Etiyopyayê serxwebûna xwe bi dest xist.

Serokê Erîtreyê Isaias Afwerki ji dema ku welatê ku 3 milyon nifûsa wê serxwebûna xwe bi dest xist, li ser desthilatdariyê ye.

Partiyên siyasî li welat qedexe ne, li ser azadiya çapemenî û derbirînê jî astengî hene.

Li welat parlamento, dadgehên serbixwe û saziyên sivîl nînin.

Back to top button