Dadgeha Iraqê biryara desteserkirina serweta Mistefa Kazimî da

Dadgeha Iraqê fermana desteserkirina hemû serwetê Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî daye.
Lê heta niha ti biryara girtina wî nehatiye dayîn.

Piştî dev ji karberdana Adil Ebdulmehdî Serokwezîrê berê yê Iraqê, Mistefa Kazimî ji bo du salan bû Serokwezîrê Iraqê.

Di nava kabîneya wê de gelek dosyayên gendeliyê derketin ku dosyeya ‘diziya sedsalê’ dihate gotin hebû.

Medya Iraqê ragihandî Dadgehê biryara desteserkirina hemû pere, mal û milkên Mistefa Kazimî daye.

Her wiha hate diyarkirin ku ev yek jî ji ber gendeliya ku wî di dema desthilatdariya xwe de di milkên giştî de kiriye.

Li gor biryara dadgehê, piştî çavdêrîkirina serweta Kazimî ku di demeke kin de gelek zêde bûye, biryar hatiye dayîn ku hemû pere û milk û projeyên wî yên li ser navê Kazimî werin desteserkirin.

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku lêkolîna dagehê berdewame, lê heta niha ti biryara girtin û qedexeya derketina dervey welat ji bo Kazimî nehatiye dayîn.

Biryara qedexeya Kazimî ya derketina derveyî welêt nehatiye dayîn

Heman çavkaniyê aşkere kir ku lêkolîna dagehê dewame, lê heta niha ti biryara girtin û qedexeya derketina derveyî welat ji bo Kazimî nehatiye dayîn.

Back to top button