Li Reqa şevbuhêrk û pêşengehek hat li dar xistin

Komîteya Çand û Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Reqayê li Navenda Çandê ya bajêr, bi dirûşma “Em ê bibin pirên aştiyê” şevbuhêrkek û pêşangehek li dar xist.

Nûnerên Desteya Çandê, wêjevan û ronakbîrên ji reqa û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Komîteya Çandê, hevserokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê û Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de Bêkes Darî bi navê Komîteya Amadekar û Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Hêvîn Îsmaîl axivîn û gotin:

Piştî rizgarkirina bajêr, bi rêya Rêveberiya Xweser û Komîteya Çandê me bala gelek wêjevan û helbestvanan kişand.

Me hewl da fikrê çandî li bajêr vegerînin.

Destpêka çalakiyê, pêşangehek hate lidarxistin.

Di pêşangehê de hin peykerên têkildarî çanda Reqayê, hatin pêşandan.

Piştre şevbuhêrkek hate lidarxist, gelek hunermendên herêmê û koma Navenda Çandê ya Reqayê berhemên xwe vegotin.

Back to top button