PDK’ê 5 karkerên Mexmûrê girtin e û agahî ji wan nayê girtin

17 vê mehê balafira bêmirov û biçek ya dewleta Tirk li ser rêya koyê erebeyek bombebaran kir û di encamê de Welatî Dilovan Îşlek şehîd bû û sê welatî jî birîndar bûn.
Deme 5 karkerên Wargeha Mexmûrê xwestin biçin pêşiya cenazeyê Dilovan ji aliyê PDK ve têne girtin.
Ji wê rojê ve agahî ji her 5 welatiyan ve neyê girtin.

Her 5 welatiyên Mexmûrê,

Zagros Atalay, Mihemed Nûrî Avci, Mihemed Şirîn Avci, Ehmed Baytaş û Bêwar Baytaş ku li Bexda dixebitîn, ber bi cihê bûyerê ve ketin rê û xwestin biçin pêşiya cenazeyê şehîd Dilovan.

Lê li ser nuqteya kontrolê ya Bîrebas ya PDK’ê a girêdayî Hewlêrê tên binçavkirin û radestî Asayişa Hewlêrê tên kirin.

Heta niha derbarê aqûbeta her 5 karkeran tu agahî nayên girtin.

Malbatên karkeran ji rewşa zarokên xwe bifikarin û dixwazin derbarê rewşa zarokên xwe de agahiyan bigirin.

Hêjaye ku mirov bi bîrbixe, ku beriya niha jî 2 welatî ji Wargeha Mexmûrê ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin û piştre her du welatî bi awayek bi gûman jiyana xwe ji dest dan.

Back to top button