Rewşa li Bakurê Sûrî, şerê li dijî Daiş’ê lawaz kir

Koalîsyona Navdewletî daxuyaniyek bi zimanê Kurdî belav kir û ragihand ku, ji ber rewşa dawî li Bakurê Sûrî ango êrîşên Tirkiyê û guhertina cihê hêzên wan, operasyonên li dijî DAIŞ’ê lawaz bûn

Di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku gefa şaneyên veşartî zêdetir bûye û ew ê bi hevkariya hêzên herêmî, operasyonan xurtir bikin..

Di vê çarçoveyê de, Fermandriya navendî ya Emerîkayê da zanîn ku, ji bo bersivdayîna êrîşên DAIŞ’ê nêzî 500 leşkerên Emerîkî li bakurê Sûrî ne..

Lê belê wezîra Parastinê ya Fransa Florans Parlî vekişîna hêzên Emerîkî rexne kir û hişyariya Tirkiyê, Çîn Rûsyayê da…

Bi taybetî Pentagona Emerîkî diyar kiribû ku, êrîşên Tirkiyê, dihêlin ku DAIŞ zindî bibe..

Leave a Reply

Back to top button