Bêhuquqiya 24 salan ya li Îmraliyê

Ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan Newroz Uysal diyar kir ku astengkirna hevdîtina bi rêber Ocalan li gorî tu qanûnan tune ye û got:” Li hember Komploya Navneteweyî berxwedaneke bi israr tê meşandin û li Kurdistanê û cîhanê bi astengkirina pêvajoyên bidestxistina statuya siyasî dewam dike”.

19 meh in bi tu awayî ji Rêber Apo nayê girtin.

Tecrîdê jî her diçe girantir dikirin.

Hewldanên dewleta Tirk ên ji bo bêparhiştina rêber Ocalan ji “mafê hêviyê” didomin.

CPT jî der barê rêber Ocalan de tu agahî nedan û derket holê ku beriya serdanê wan cezayê dîsîplînê dane rêber Ocalan.

Newroz Uysal: Birêz Ocalan bi tedbîrên cidî yên ewlekariyê re rû bi rû ye

Ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan Newroz Uysal derbarê mijarê de ji ajansa ANHA’yê re axivî û got:

Pergala Îmralî bandorên neyînî û giran li ser tenduristiya rêber Ocalan kirin.

Birêz Abdulah Ocalan bi tedbîrên gelekî cidî yên ewlekariyê re rû bi rû ye.

Newroz Uysal: Astengkirina hevdîtinan ne li gorî tu qanûnan e

Newroz diyar kir ku di şert û mercên girtîgehê de têkiliya bi derve re şertê herî girîng e û wiha anî ziman:

Hevdîtinên di 24 salan de yên li Îmraliyê ne tenê bi astengiyan di salên dawî de, li gorî hiqûqa ceza û înfazê jî pêk nehatiye.

CPT di 3’yê Cotmehê de dabû xuyakirin ku di navbera 20-29 ‘ê Îlonê de serdana Tirkiyê kiriye.

Aşkera bû ku beriya serdana CPT’yê 3 meh cezayê dîsîplînê dane rêber Ocalan û di 28’ê Îlonê de dest pê kiriye.

Parêzer Newroz Uysal têkildarî xebata hiqûqî yê CPT jî wiha bi lêv kir:

CPT li girtîgehên Tirkiyê ji şopandina rewşa heyî berpirsyar e.

Ji roja Birêz Ocalan birin girava Îmraliyê ve wek parêzerên wî me bi sedan serlêdan kirin.

Newroz Uysal: Divê Rêber Ocalan ji ‘mafê hêviyê’ sûdê bigire

Li ser mafê hêviyê ku rêber Ocalan jê bêpar kirine, Newroz got:

Mafê hêviyê ew e ku girtî heta mirinê li girtîgehê nemîne.

Tirkiye bi tu awayî naxwaze qanûnê biguherîne.

Divê di şexsê Abdulah Ocalan de wek amûreke bazareke siyasî neyê bikaranîn û ji ‘mafê hêviyê’ sûdê wergire.

Parêzer Newroz Uysal diyar kir ku wan daxwazên komîteyê yên ji bo guhertina qanûnan li Tirkiyê dubare kirine û wih bi dawî kir:

Di dawiya vê pêvajoyê de, sererastkirinên qanûnî yên pêwîst dibe ku rê li ber azadiya Abdulah Ocalan veke. Em ê bi isrartir bişopînin da ku ev yek pêk were.

Back to top button