Platforma Çalakiyên Hevbeş a Jinan û Meclisa Olî qetilkirina jîna Emînî Şermezar kirin

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Olî ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sûcê ku dewleta Îranê li dijî jina Kurd Jîna Emînî pêk anî, bi daxuyaniyan şermezar kirin û banga têkoşînê li jinan kirin.

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: “Qetlikirina Jîna Emînî berdewama siyaseta zordar ya rejîma Îranê ye.”

Platformê ev sûcê hovane şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan, desteya NY’yê ya jinan û rêxistinên jinan kir ku van sûcan belge bikin û sûcdaran ceza bikin.

Platformê bang li jinên cîhanê kir ku têkoşîna li hember sûcdar û zîhniyeta ku qirkirin û qetilkirinê li dijî jinan pêk tînin, bilind bikin.

Meclisa Olî ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi heman armancê daxuyaniyek da û got: “Em van êrişan şermezar dikin, ji ber ku ew li dijî şerîeta îslamî ya rast in.”

Back to top button