Salvegera êrişên li dijî Girê Spî û Serêkaniyê

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bi boneya 3. salvegera êrişên dewleta Tirk a dagirker de ragihand ku ewê têkoşîna xwe ya ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî mezintir bikin.

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bi wesîleya 3. salvegera êrişên li ser Girê Spî û Serêkaniyê, li navenda xwe daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El Xelef hat dayîn.

“Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî em ê têkoşîna xwe bidomînin”

“Dewleta Tirk a dagirker piştî êrişên li ser Girê Spî, gelek sûc û binpêkirin li dijî sivîlan pêk anîn. Dixwaze herêmên dagirkirî tevlî xaka xwe bike û siyaseta tirkkirinê pêk tîne û demografyayê diguherîne.

Herêmên dagirkirî bûne navendên komên terorîst û ev yek xeteriyê li ser tevahiya cîhanê dike.

Em wek zarokên gelên Sûriyê, ji bo têkbikirina êrişû dagirkeriyê berxwedana xwe didomînin.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de hate diyarkirin heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî ewê têkoşîna xwe bidomînin.

Back to top button