Festîvala “Arîn Bisk û Zilfên Aşîtiyê ye” didome

Festîvala “Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê ye “bi nîşandana şanoyên cur be cur dewam dike. Di roja 5’an ji Festîvalê şanoya “Ma te kes kuşt” ji aliyê koma Hêvî ve hat pêşandan.

Festîvala “Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê ye “li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Tevgera Çand û Hûnera Mezopotamya û Desteya Çandê ya herêma Firatê ve hatiye birêxstin kirin.

Bi beşdarbûna komên şano yên ji Kobanê, Minbic, Heleb, Efrîn, Reqa û Rimêlan birêve diçe.

Di roja 5’an a Festîvalê de koma Hêvî a çand û hunera bajarê Rimêlan şanoya bi navê ‘ma te kes kuştiye’ hat pêşkêş kirin.

Şanoger Saya Osman: Îsal asta festîvalê xweştir û dewlementir e

Şanoger Saya Osman ya ji navenda Cemîl Horo a bajarê Helebê nêrîna xwe wiha anî ziman.

Saya Osman anî ziman ku Îsal asta festîvalê xweştir e ku mirov dewlemendiyê û amedekariyên xûrt dibîne.

Festîval dê îro li bajarê Reqayê bi şanoya “Di koma gemarê de” bidome.

Back to top button