Stran Ebdullah: Valahiya ewlekariya ya li herêmê dibe sedema êrişên çeteyên DAIŞ’ê

Li ser van êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên dawî Berpirsê Buroya Ragihandina YNK’ê Sitran Ebdullah dibêje “Yek ji sedemên van êrişên DAIŞ’ê valahiya ewlekariyê ya li herêmên binakok e.”

Sitran Ebdullah sedema êrişan bi lihevnekirina Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ve girê da û ev got: ”Ji ber xwediyê van herêmên binakok, nediyar in, ev êrîş pêk tên.”

Ji bo rawestandina van êrişan jî Sitran Ebdullah diyar ku ku divê hevsengiyek navbera hêzen federal yên Iraqê û pêşmerge de hebe.

Dema dawî êrişên DAIŞ’ê li dijî pêşmergeyan zêde bûne û bi dehan bûne qurban.

Back to top button