Bi serokatiya Olaf Scholz hukûmeta nû dest bi erka xwe kir

Îro li Almanyayê serdema tifaqa Xirstiyan bidawî bû..
Li şûna wê, hukûmeta Koalîsyonê bi serokatiya Olaf Scholz fermî dest bi erka xwe kir.

16 salên desthilatdariya Tifaqa Xirstiyan a bi serokatiya Angela Merkel îro bidawî bû.

Ev guhertina encama hilbijartinên 24’ê Îlonê ye..

Piştî hilbijartinê ji bo avakirina hukûmeta Koalîsyonê, Sosyal Demokratî, Keskan û Demokretên Azad lihev kirin.

Îro ji bo diyarkirina hukûmet û serokwezîrê nû, li Meclisa Federal civîn pêk hat.

Di encama dengdayînê de li hemberî 303 dengê na, Olaf Scholz bi erêkirina 395 dengan bû serokwezîrê nû yê Almanyayê.

Bi hilbijartina Scholz re, serdema Merkel a 16 salan jî bidawî bû.

Merkel di axaftina xwe a xatirxwestinê de piştgirî da serokwezîrê nû yê Partiya Sosyal Demokratan.

Di pêvajoya nû ya siyaseta Almanyayê de wê welat ji aliyê nûnerên 3 partityan ve were birêvekirin.

Hukûmeta Koalîsyonê ji serokwezîr û 16 wezîran pêk tê.

Di nava wan de 8 wezîrên jin hene.

Piştî merasîma li Meclisa Federal, serokwezîrê nû Olaf Scholz ji aliyê serok-dewleta Frank-Walter Steinmeier (Frank Wolter Ştanmayer) ve hat pêşwazîkirin.

Di vê serdanê de Steinmeir, Olaf Scholz bi awayekî fermî weke serokwezîrê nû yê Almanyayê ragihand.

Back to top button