
Piştî xwepêşandanên xwendekaran ên bi mehan, Rêveberiya Karûbarên Darayî li Wezareta Xwendina Bilind a Başûrê Kurdistanê ragihand, ew ê bi sala nû re daxwazên xwendekaran pêk bînin.
Rêveberiyê diyar kir ku wê bûdceya ji bo xwendekaran tê veqetandin were zêdekirin û piştrast kir ku hikûmet biryar daye ku lêçûna mehane ya ji bo xwendekaran bike 7 milyar û 250 milyon dînar.
Her wiha Rêveberiyê ragihand ku ev biryar li ser daxwazên xwendekaran hat girtin û destpêka sala nû wê bikeve pratîkê.
Ji 20’ê Mijdarê ve xwendekar ji bo bidestxistina mafên xwe li qadan in.