Berxwedana li zîndanên dewleta Tirk 251 roj in dewam dike

Berxwedana li zîndanên dewleta Tirk ya li dijî tecrdîê û ji bo azadiya Rêber Apo di roja 251’î de bi biryardariyeke xurt dewam dike. Parêzerên Rêber Apo jî ji biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin.
Dayîkên girtîyên di greva birçîbûnê de jî xwestin tavilê tecrîd bi dawî bibe.

Çalakiyên greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêber Apo û bidawîkirina binpêkirinên li girtîgehên Tirkiyê bi biryardariyeke xurt dewam dike.

Çalakiya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê bi koma 48’an di roja 251’an de ye.

Çalakiya li Wargeha Penabera a Mexmûrê ya li dijî tecrîdê 230 û ya li kampa Lavrîo ya Yewnanîstanê jî 213 roj in didome.

Parêzerên Rêber Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin

Parêzerên Rêber Apo Raziye Ozturk, Faîq Ozgur Erol, Rêzan Sarica û Cengîz Yureklî ji bo ku biçin girava Îmraliyê hevdîtinê bikin careke din serlêdan kirin.

Malbatên girtîyan: Tecrîdê tavilê bi dawî bikin

Dayikên ku zarokên wan ên girtî li dijî tecrîdê di çalakiya greva birçîbûnê de ne li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê daxuyanî dan.

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku pirsgirêkên li Tirkiyê tên jiyîn di çarçoveya hiqûq û edaletê de nayên çareserkirin.

Zeytûn da zanîn ji bo ku pirsgirêk û binpêkirin bên çareserkirin û hê rewşa tenduristiya girtîyan giran nebuye divê demildest tecrîd were rakirin.

Yek ji dayîkên girtîyan Nafiye Yîgît jî axivî û destnîşan kir ku li ser zarokên wan zextên giran hene û got,

“Bi salane tecrîd didome. Bila daxwazên zarokên me werin qebûl kirin. Zarokên bi biryar in ku heta daxwazên wan bi cih neyên çalakiya xwe bi dawî nakin.
Em naxwazin ji gertîgehê cenaze derkevin.”

Komîsyona girtîgehan rapora 3 mehan ya binpêkirinan amade kir

Komîsyona Girtîgehên Marmarayê a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadîyê derbarê binpêkirinên li gîrtîgehên Tirkîyê de raporek amade kir.

Di raporê de bang hat kirin ku tecrîda li ser Rêber Apo û binpêkirinên mafan yên li girtîgehan bê bi dawî kirin.

Back to top button