Gerîla TV dîmenên du çalakiyên ku li Heftanînê li dijî leşkerên Tirk yên dagirker hatibûn lidarxistin, weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya (HPG) li ser çalakiyan ev agahî dabûn:
“Hêzên me yên YJA Starê 27’ê Hezîranê li dijî leşkerên li ser Girê Koxê Mele Yehya yê girêdayî qada Kêşanê a herêma Heftînê çalakiyêk bi bandor lidar xistin. Di vê çalakiyê de kozîkek hat rûxandin û 3 dagirker hatin cezakirin.
1’ê Gûlanê hêzên me li dijî dagirkerên li ser Girê Qesrok yê bi ser qada Partîzan a herêma Heftenînê çalakiyêk lidar xistin. Di vê çalakiya bi bandor de 3 dagirker hatin cezakirin, kozîkek, 2 kamera û pergala radar ya li gir hat rûxandin.”