Li Efrîna dagirkirî revandina welatiyan û talankirina xwezayê dewam dike

Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk û çeteyên wê ciwanekî din yê efrînî revandin.
Her wiha çeteyên dagirker ji bo berhevkirina berhemê her darekî zeytûnê 3 hezar dolar xerec welatiyan distînin

Li gorî çavkaniyan, çeteyên bi navê “Polîsên sivîl” yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ciwanê bi navê Xelîl Omer Xelîl revand.

Çavkaniyan diyar kir ku Xelîl Omer yê 32 salî ji Qeregulê yê navçeya Bibilê ye û çeteyan ew birin birin cihekî ne diyar.

Li navçeya Mabatayê jî çeteyên El Emşat ji bo darên zeytûnan ên koçberên Efrînê xerace standin.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyan ji bo her dareke zeytûnan ji bo berhemê were komkirin 3 dolar û nîv xerace distînin

Her wiha ji bo kargehên gihvaştinê jî xeraceyan ji 10 hezar dolarî û jêr ve distînin.

Li aliyê din Çeteyên Ehrar El Şerqiye jî li Cindirêsê berhemên 60 darên zeytûnan ê welatiyê bi navê Mihemed Ebdullah talan kirin

Li gundê Meska Jorîn jî çeteyên koma navborî û malbatên wan navendeke firotina êzingan vekirin

Hate gotin. çeteyên Tirk êzingên ku talankirine bi zêdetirî 100 dolarî ji bo her tonekî difroşin.

Back to top button