Til Koçer-Cenazeyê şervanê YPG′ê şehîd Metîn hat veşartin

Cenazeyê şervanê YPG’ê şehîd Metîn El Qela li Goristana Şehîd Egab El Eswed a li navçeya Til Koçerê bi merasîmekê hate spartin.
Li Helebê jî, ji damezrînerê Hêzên Ewlekariya Hundirîn , Elî Ebdullah Ocalan ê di encama nexweşiyekê de şehîd bûbû, hat oxirkirin.
Di merasîmandê îşaret bi fedakariya şehîdan a ji bo azadiya gelê xwe hate kirin û heta dawiyê soza şopandina xeta şehîdan hate dayîn.

Şervanê YPG′ê Metîn El Qela 12′ê Cotmehê di operasyonên li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ′ê de li Dêrazorê bi giranî birîndar bibû û di 16′ê Cotmehê de şehîd bû.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Koçerê merasîma oxirkirina şehîd Metîn El Qela li Goristana Şehîd Egab El Eswed li dar xist.

Ji fermandarên YPG’ê Xalid Dêrik got:

Şehîd Metîn ji bo rêgirtina li ber vegera DAIŞ′ê canê xwe feda kir.

Ne ji fedakariyên şehîdan bûya, em di nava aramî û aştiyê de nedijiyan.′′

Endamê Meclisa Navçeya Til Koçerê Hisên El Elî jî anî ziman ku azadiya gelan bi fedakariya şehîdan tên mîsogerkirin û soza şopandina rêya wan da.

Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û siloganan hat veşartin.

Xelkê Helebê ji damezrînerên hêzên Asayîşê şehîd Elî Ebdullah oxir kir

Ji damezrînerê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî Ebdullah jî duh di encama nexweşiyekê de li taxa Şêxmeqsûd a Helebê şehîd bû.

Elî Ebdullah ji destpêkê salên 80′î ve di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de ji bo azadiya gelê xwe kar dikir.

Cenazeyê şehîd Elî Ebdullah piştî ji Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir hate wetrgrtin bi berzkirina dirûşmên birin goristana şehîdan a Şêxmeqsûdê.

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Marden diyar kir ku şehîd Elî ji kesên pêşîn bû ku tev li Şoreşa 19′ê Tîrmehê bû û heta roja şehadeta xwe ji bo parastina rûmeta gelê xwe kar kir.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, endama Meclisa Giştî ya PYD′ê Valentîna Ebdo sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:

Şehîd Elî Ebdullah fermandarekî mînak bû û rêgezên şerê gel ê şoreşgerê li taxê belav kir.

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê radestî malbatê hate kirin û cenaze hate oxirkirin.

Back to top button