YPG’ê nasnameyên 2 şervanên xwe eşkere kir

YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe ên ku li Dêrazorê û QSD′ê jî nasnameyên 2 şervanên xwe ku di êrişên çeteyên DAIŞ′ê de şehîd bûne, eşkre kir.
YPG û QSD’ê sersaxî ji gel û malbatên şehîdan re xwestin û eşkere kirin ku ew ê heta serketinê têkoşîna şehîdan bidomînin.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel-YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şervanên xwe yên ku li Dêrazorê şehîd bûne eşkere kir.

YPG’ê diyar kir têkoşîna wan a li dijî êrişên dagirkeran û çeteyan bi bîryardariyeke mezin û bê navber didome û li ser şehîdan ev agahî parve kir,

“Roja 12’ê cotmehê li dijî şaneyek çeteyên DAIŞ’ê operasyonek hate lidarxistin û di dema operasyonê de hevalê me Metîn bi giranî birîndar bû.

Hevrêyê me yê ku rakirin nexweşxaneyê, di 16’ê Cotmehê de tevî hemû mudaxeleyan jî şehîd bû.

Hevalê me Bahoz jî li herêma Dêrazorê roja 15’ê Cotmehê di dema amadekariya operasyoneke li dijî şaneyek DAIŞ’ê de, ji ber qezayekê şehîd bû.

Şehîd Metîn û Bahoz di rizgarkirina herêmê de ji çeteyên DAIŞ’ê bi roleke çalak rabûn.”

YPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza berdewamkirina têbikoşinê da.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên Şehîdan wiha ye:

Nasnav: Bahoz Heleb
Nav û Paşnav: Beşar Bekir
Navê Dayîkê: Wasfî
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor/15’ê Cotmeha 2023

Nasnav: Metîn El Qile’a
Nav û Paşnav: Silêman El Ehmed
Navê Dayîkê: Enûd
Navê Bav: Ehmed
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor/16’ê Cotmeha 2023

QSD’ê nasnameyên 2 şehîdên hêzên Komandos eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) jî bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şervanên xwe eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Di xebatên serdegirtina şaneyan û pêkanîna erkên xwe yên parastina herêmê de 2 şervanên me yên Hêzên Komandos Mihemed Salih El Xilêf (Harûn) û Elî Ebd Efer (Hisên) şehîd bûn.

Hevrêyên me şehîd Harûn û Hisên bi ruhekî mezin têkoşiyan û xwedî dîsplîn û ruhê hevaltiyê bûn.”

QSD’ê sersaxî ji gelê herêmê û ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ew ê heta serketinê têkoşîna şehîdên xwe bidomînin.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Navê tevgerî: Harûn
Nav û paşnav: Mihemed Salih El Xilêf
Navê dayikê: Şemse
Navê bav: Salih
Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê-Til Birak/ 2001
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Hecîn/ 17 Cotmeh 2023

*****

Nasnav: Hisên
Nav û paşvan: Elî Ebd Efer
Navê dayikê: Hîlale El Omer
Navê bav: Ebd
Cih û dîroka jidayikbûnê: Şedadê 1997
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Hecîn/ 17 Cotmeh 2023

Back to top button