Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê Salvegera 6’an rizgariya Reqayê pîroz kir

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê di salvegera 6’an a rizgarkirina Reqayê de daxuyaniyek da.
Rêveberiyê diyar kir ku bi rizgariya Reqayê re jiyana hevbeş hatiye avakirin.

Di 17’ê Cotmeha 2017 de bajarê Reqayê ji aliyê Hêzên Surya Demokratîk (QSD) ve hate rizgarkirin.

Û di 20’ê Cotmeha 2017’an de jî rizgarkirina bajêr ji destê çeteyên DAIŞ’ê hate ragihandin.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê di salvegera 6’an a rizgarkirina Reqayê de daxuyaniyek da.

Rêveberiyê diyar kir ku bi rizgariya Reqayê re jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên li herêmê de hate avakirin.

Rêveberiyê diyar kir ku çareserkirina pirsgirêkên heyî bi hevkarî û jiyana hevbeş a gel û olan pêkane û got:

“Divê ji bo pêşxistina civakan û çêkirina ferdê azad ji tecrûbeya Rêveberiya Xweser sûd were girtin.”

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê da zanîn ku bi sedema komkujiya li Nexweşxaneya Xezayê bi xelkê Filistînê re hevxem in, şahiya salvegera rizgariya Reqayê.

Back to top button