Artêşa Îsraîlê bi balafiran êrişî dibistanek a NY kir

Li Xezayê artêşa Îsraîlê êrişî dibistanek ya NY kir.
Tevî dibistanê bi balafiran êrişî gelek cihan hat kirin.
Di encamê de 43 kes mirin.
Bi vê yekê re ji herdu aliyan jimara kesên mirî nêzî 5 hezarî bûye.
Îsraîl jî sînyala wê yekê dide ku wê ev şer bi mehan dewam bike.

Artêşa Îsraîlê bi balafiran êrişî gelek herêmên Xezayê kirin.

Di demeke bertekên li dijî êrişa Îsraîlê ya li ser Nexweşxaneya El Ehlî ya li Gazeyê dewam dikin de hate diyarkirin ku vê carê dibistaneke aydê Ajansa Alîkariyê ya Penaberên Filistînî (UNRWA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku kesên malên xwe terikandine lê diman bi êrişa hewayî bûye armanca êrişan.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê WAFA’yê, Îsraîlê li Wargeha Penaberan a Xan Yûnûs a li başûrê Xazeyê bi hewayî êrişî dibistaneke ajansê kir.

Di êrîşê gelek cih hatin armanckirin de, 43 kes mirin.

Şerê Îsraîl-Filistîn: Nêzî 5 hezar kes mirin

Li cihên êrişî wan hatîn kirin, piraniya xwe kesên dest ji malên xwe berdayî û lê bicih bûyîn hebûn.

Bîlançoya şerê navbera Hamas û Îsraîlê jî giran dibe ku 7’ê Cotmehê bi êrîşa Hamasê destpê kir.

Bombekirina Nexweşxaneya El Ehlî ya 17’ê Cotmehê bû sedema nerazîbûneke mezin.

Li gorî rayedarên Filistînî derdora 500 kes hatin kuştin.

Fîlîstîniyan diyar kirin ku êrîş ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin, Îsraîlê jî red kir û Cîhada Îslamî berpirsyar nîşan da.

Neteweyên Yekbûyî veto kir

Di vê navberê de Brezîlyayê pêşnûme biryarek pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku tê de xwest ‘navbereke mirovî’ ji şerê navbera Hamas û Îsraîlê re bê dayin.

Lê belê DYA’yê bi hinceta ku di metnê de qala ‘mafê xweparastinê’ yê Îsraîlê nehatiye kirin rexne û veto kir.

Li Xezayê 3 hezar û 785 kes mirin

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya ser bi Hamasê ku roja Çarşemê kir, di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de nêzî 3 hezar û 785 kes mirin, 12 hezar 493 jî birîndar bûn.

Ji van 3 hezar û 983 zarok û 3 hezar û 300 jî jinin.

Li aliyê Îsraîlê jî bêtirî hezar û 400 kes mirin ku 286 ji wan leşker in.

Îsraîl: Dibe şer bi heman dewam bike

Li gorî nûçeya Tîmes of Îsrael ê jî, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz doh Çarşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku şerê navbera Îsraîl û Hamasê dibe bi mehan dewam bike.

Gantz got,

“Wê demeke dirêj dewam bike.

Jinûve avakirin jî dibe ku bi salan dewam bike.

Lê belê dema jinûve avakirin pêk hat, em ê hingî bigihêjin serketinê.”

Wezîr diyar kir ku armanca wan ne tenê têkbirina Hamasê lê başûr welat bikin mîna bihûştê ye.

Li Waşîngtonê Cihû li dijî şerê li Xeza hatin binçavkirin

Back to top button