Putin: Radestkirina mûşekan wê êşa Ukraynayê dirêj bike

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand wan mûşekên ku menzîla wan heta 165 kîlometreyan e, radestî Ukraynayê kirin.
DYA diyar kirin ev mûşek dikarin baregehên Rûsyayê hedef bigirin.
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bertek nîşanî vê yekê da û got: “Ev mûşek wê êşa Ukraynayê dirêj bike.”

Serokê Ukraynayê Vladimir Zelensky duh ragihandibû ku ev çek cara ewil bi serkeftî hatine bikaranîn.

Hêzên taybet ên Ukraynayê jî berpirsyariya êrişên li ser balafirxaneyên Rûsyayê girt ser xwe.

Putin di serdana xwe ya Pekînê de ji rojnamevanan re axivî û têkçûna êrişa Ukraynayê dubare kir.

Putin diyar kir fuzeyên ku Kîev bi mehan e daxwaza wan dike, wê rewşa li eniya şer neguherîne û got:

“Ev tenê wê temenê êşên Ukraynayê dirêj bike.”

Serokê Rûsyayê her wiha diyar kir ew di wê baweriyê de ne ku Washington ê şaşitî kiriye.

Putin desnîşan kir şandina moşekan bo Ukraynayê nîşan dide ku Amerîka her ku diçe zêdetir dikeve nava vê şerê de.

Li aliyê din Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu jî li ser mijarê daxuyaniyek da.

Şoygu diyar kir mûşek, balafirên F-16 û wesayitên zirxî yên Rojava bo Kîevê dê bibe sedem ku Rûsya sînorên xwe yên rojava xurt bike.

Back to top button