Bi organîza PDK’ê û AKP’ê koçber li sînorê Belarûsiya-Poloniya ne

Bazirganî û qaçaxçitiya mirovan a di ser Belarûsê re ku mehên havînê dest pê kir, rojên dawî yek ji rojeva herî girîng a Yekîtiya Ewropayê ye.
Bazirganî û qaçaxçitiya mirovan bi rêya baroyên ger û geştê yên li Hewlêrê tê kirin.

Karê peydakirina vîza û pasaportan jî li Tirkiyeyê tê kirin.
Rayedarên Ewrûpî hişyarî dan aliyan û bi taybet jî rêjîma Erdogan ku bi koçberan şantajê li wan dike..

Bazirganî û qaçaxçitiya mirovan a di ser Belarûsê re ku mehên havînê dest pê kir, rojên dawî yek ji rojeva herî girîng a Yekîtiya Ewropayê ye.

Koçberên ku bi hevkariya desthilatdariya Lûkaşenko anîne Belarûsiya û li ser sînor hatine danîn, piraniya wan Kurd e.

Heta meha Cotmehê hejmara koçberên ku gihîştin welatên Yekîtiya Ewropayê 30 hezar kes derbas kiriye.

Ev yek bi hevkariya rêveberiya Belarûsê, desthilatdariya AKP’ê û PDK’ê pêk hatiye û di demeke kurt de hêjmareke zêde ji koçberên kurd gihiştine Ewropayê.

Li gorî lêkolîna ANF’ê, gelek baro yên ger û geştê yên li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê, bi hevkarî û kontrola PDK’ê qaçaxçitiya mirovan dikin.

Her wiha ev baro bê astengî li ser medya dîjîtal bi rengekî eşkere reklama qaçaxçitiya mirovan dikin..

Bi gotina, “Hûn amade ne ku bi me re biçin Belarûsiya? Pasaporta xwe bînin, wekî din ji me re bihêlin. Li konsolosxaneya Sûriyê ya li Stenbolê pasaporta we ya Sûrî di nava 48 saetan de dikare bê amadekirin” reklamê dikin.

Ev rêklamê jî diyar dike ku hikumeta Esad jî di nava vê organîzasyonê de ye.

Balkêş e ku piraniya penaberên Rojavayî yên xwe gihandine Ewropayê li kampên ser bi PDK’ê diman.

Saziyên medya û civaka sivîl ên muxalîfên rejîma Lûkaşenko bi raporên berfireh nûçeyan diweşînin ku koçberên qaçax ên digihên Minskê bi çi rengî dibin xwedî vîze.

Li gorî raporê, di nava rêveberiya Lûkaşenko de yekîneyek heye ku karê qaçaxçitiya mirovan bi rê ve dibe.

Ev yekîne, ji dagirtina forma serlêdana vîzeyê heta pêşwazîkirina koçberan li balafirgehê û bicihkirina wan, ji birina wan a ber bi sînor ve bi otobusê, pêvajoyê bi temamî bi rê ve dibe.

Li gorî hin dezgehan, li Belarûsê ji qaçaxçitiya mirovan rojane 75 hezar Euro, mehê jî derdora 2.2 milyon Euro pere tê qezenckirin..

Televîzyona Belsat TV a li Polonyayê jî ragihand ku du şîrketên koçberan bi qaçaxî tînin Minskê ‘Oscar Tour’ û ‘Vizak’ in…

Belsat TV diyar dike ku serkêşê xebatkarê şîrketê polîsekî berê ye û buhayê vîzeya Belarûsê ku normal 180 Euro ye, digihêje 3 hezar Euroyî.

Ev qaçaxçitiya koçberan a bi rengekî organîzekirî ya navbera dewleta Tirk û rêveberiya PDK’ê, Yekîtiya Ewropa xistiye nava liv û tevgerê ku hin geştên hewayî kontrol bikin..

Serokê Koma Partiya Gel a Ewropayê ku koma herî mezin a Parlamenta Ewropayê ye Manfred Weber jî hişyarî da û got:

“Eger Erdogan seferên koçberan ji Tirkiyeyê ber bi Belarûsê ve dike û bi vî rengî şantajê li Yekîtiya Ewropayê dike, divê bi rengekî eşkere bersivek ji vê yekê re bê dayin.”

Back to top button