GUVEN 167 ROJ IN BERXWEDANA XWE DIDOMÎNE

Têkoşîn û berxwedana li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan bi biryar dewam dike. Berxwedana Leyla Guven ku pêşenga çalakgerên Greva birçîbûnê ye, 167 roj in dewam dike. Gurtiyên di grevê de jî , di dewama çalakiya xwe de bi israr in. Zekî Bûlût ku ji 6’ê Adarê ve di grevê de ye, bi rêya malbatê peyamek da û got: “Hevrêyên me li ber şehîbûnê ne. Hêviyê ji dewletê nekin, rabin.”

Berxwedana Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ya ku ji bo tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî bibe daye destpekirin, di roja 167’an dewam dike.

RÊXISTINÊN ELEWÎ SERDANA LEYLA GUVEN KIR

Komeleyên Elewî serdana Leyla Guven a 167 rojin di greva birçîbûnê deye kirin.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Parlementerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogullari bi şandeyê re çûn serdana Guven.

Şandeyê piştî serdana Guven daxuyanî da çapemeniyê.

Serokê Giştî yê Komeleya Çand a Pîr Sûltan Abdal Ganî Kaplan, diyar kir ku ewlekariya canê girtiyan dibin kontrola dewletê de ye û got:

“Divê hevdîtina tu girtiyên siyasî neyin astengkirin û sînordar kirin.”

Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil ji 16’ê kanûna 2018’an ve dabû destpêkirin jî 129 roj in didome.

Ji 1’ê Adarê u ve bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Ev çalakî 53 rojin li dare.

GIRTÎ OZTURK: BIJÎŞK GIRTIYÊN DI GREVÊ KONTROL NAKIN

Rewşa van girtiyên di grevê de her ku diçe, xerabtir dibe.

Gûrbet Ozturk jî ku 88 roj in li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê di greva birçîbûnê de ye , diyar kir ku her diçe rewşa wan xirabtir dibe û bijîşk wan kontrol nakin .

Ozturk got:

“Dengê me bibihîsin, bidin bihîstin da her kes hay jê hebe.”

REWŞA 2 GIRTIYAN NEBAŞ BÛYE

Her wiha Mazhar Guler ê 54 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye diyar kir ku rewşa du hevalên wî yên di çalakiyê de giran bûye.

Guler diyar kir ku her çiqas zextên derûnî li ser wan bê kirin jî dê biryardarî çalakiya xwe dewam bikin.

GIRTÎ BÛLÛT: HÊVIYÊ JI DEWLETÊ NEKIN, RABIN SER XWE!

Zekî Bûlût jî ê li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2 a Kandirayê ji 6’ê Adarê û vir ve di grevê de ye bi rêya telefonê peyamek da malbatê û got:

“Hevrêyên me li ber şehîdbûnê ne.

Hêviyê ji dewletê nekin, rabin.”

Çalakiya Parlementerên (HDP) Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dikin.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiyên xwe li malên xwe berdewam dikin.

Çalakiya Sedat Akin107,

Gurbet Ektîren 99,

Mahsun Şen 109 û Mûrat Aksin 40, Semra Alkan 107

Û Îhsan Sinmiş 56 rojin li dare.

Leave a Reply

Back to top button