Di salvegera 1. a erdhejê de qûrbanî hatin bibîranîn

Li bajarên ku di erdheja 6’ê Sibatê de hilweşiyan, kesên jiyana xwe ji dest dane, hatin bibîranîn.
Di bîranînan de êş û birînên welatiyan careke din zindî bûn û çav bi hêsiran tije bûn
Hate diyar kirin erdhêj felateke xwezayî bû, lê ev mirin ji ber karesateke sûnî pêk hatin.
Li dijî desthilatê welatiyan peyama “Em ji bîr nakin, em helal nakin” dan.

Di salvegera 1. a erdheja 6’ê Sibata 2023’an de li bajarên ku bandor ji erdhejê girtibûn, bernameyên bîranînê hatin lidarxistin.

Li Hatay, Mereş, Semsûr, Meletî, Kilîs, Osmaniye, Edene, Dîlok, Amed û Riha saet di 04:17’an de jiyan sekinî.

Li navçeya Bazarcix a Mereşê welatî di dest wan de ji Hikûmet Qonaxiyê heya Sate Kûlesyiyê meşiyan.

Piştî meşê mûm hatin vêxistin û lic ihê avahî lê hilweşiyan qurnefîl hatin danîn.

Yek ji bajarên ku hilweşîneke mezin lê çêbûyî jî Semsûr bû.

Li wir jî ji bo bîranîna qûrbaniyên erdhejê girseyeke qelebalix kom bû.

Girseyê bertek nîşanî desthilatê dan û gotin

“Em heqê xwe helal nakin”

Li navçeya Îskenderûn a Hatayê jî bi hezaran kes bi meşaleyan, bêdeng meşiyan.

Piştî meşê li cihê avahiya hilweşiyayî mûm hatin pêxistin.

Li Amed, Riha, Edene û Osmaniyê jî qûrbaniyên erdhejê bi merasîman hatin bîranîn.

Di merasîman de bertek nîşanî nedarizadina berpirsyaran hate dayîn û hate gotin:

“Ev felaketeke xwezayî bû. Lê ev mirin ji ber karesateke sûnî pêk hatin.”

Back to top button