Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan li dijî tevgera Hemasê li Xezzayê, êrîşeke asmanî pêk anî..
Artêşê anî ziman ku, çalakvanên Filistînê bi mûşek û nepoxên êgir, êrîşî başûrê Îsraîlê kir û ev êrîşa wan jî bersiv bû..
Hêzên Îsraîlê yên asmanî berbanga vê sibehê, baregeheke leşkerî ya çêkirina çekan a Hemasê kir armanc..
Her wiha li dijî baregeheke çêkirina tunelan a girêdayî Hemasê, êrîşek pêk anî..
Li gorî ewlehiya Filistînê, bombebarana Îsraîlê ya li ser baregehekê li Xan Yûnis a Başûrê welêt, hin zirarên madî çêkirin.
Tê zanîn, ji 6’ê Tebaxê û heya niha, Îsraîl her şev, êrîşan dibe ser Xezzayê.



