Şerê li Sûriyê 5 çete û 2 leşkerên rejîmê hatin kuştin

Li bejahiyên Idlib û Helebê di encamê şerê di navbera rejîma Sûrî û çeteyên dewleta Tirk de 5 çeteyên dewleta Tirk û 2 leşkerên rejîmê hatin kuştin û hejmarek birîndar bûn.
Her wiha li gundewarê Şamê jî wesaîta serokê komîteya bi navê Lihevanînê hate hedefgirtin û serokê komîteyê hat kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku li bejahiya Zimar a gundewarê Helebê yê başûr di navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzên rejîmê de şer rû da.

Di encamê de 5 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin û hejmarek birîndar bûn.

Her wiha li bejahiya bajarokê Cercenazê yê li rojhilatê gundewarê Idlibê çeteyan hêzên rejîmê kirin hedef.

Di encamê de 2 leşkerên rejîmê hatin kuştin.

Rejîmê jî herêmên Dêr Şerqî û Xedifa yê li gundewarê Meret Numayê ya Idlibê topbaran kir.

Piştî êrîşê bi çend saetan, balafirên şer ên rejîmê careke din bajarokê Mereşorîn û derdora wê yê li gundewarê Idlibê kir hedef.

Ajansa SANA ya bi ser rejîmê ve hin fotograf belav kirin û got hin çeteyê di encamê paqijkirina gundewarê Idlibê de hatine kuştin.

Çavdêriya Sûrî: Serokê komîteya lihevanînê hat kuştin

Li aliyekî din SANAyê, ragihand ku li bajarokê Kenakir yê li başûr rojavayê Şamê wesaîtek taybet bi bombeyekê hate hedefgirtin.

SANA diyar kir ku di encamê de sivîlek hate kuştin û zerereke madî çêbû.

Çavdêriya Sûrî têkildarî mijarê destnîşan kir ku wesaîta ku rastî êrîşê hatiye ya serokê komîteya bi navê Lihevanînê yê bajarokê Kenakirê bû.

Çavdêriyê diyar kir ku di encamê de serokê komîteya navborî hat kuştin.

Leave a Reply

Back to top button