Artêşa Emerîkî ya li Afrîkayê – Africom: 4 çeteyên tevgera ciwanan hatin kuştin

Piştî êrîşa li ser Meqdîşoyê ku tê de 90 kesî jiyana xwe ji dest da, artêşa Emerîkî li dijî çeteyên Qaîda yê li Somalê 3 êrîşên asmanî pêk anîn.

Fermandariya leşkerî ya Emerîka ya li Afrîkayê (AFRICOM) ragihand ku li gel hikumeta federal a Somalê, wan 3 êrîşên asmanî li ser 2 deverên “Tevgera Ciwanan” pêk bînin.

Di encamê de, 4 çete hatin kuştin.

Fermandariyê got, “Ji ber ev tevger li dijî kesên bêguneh kirinên terorsît dike, me wan kir hedef.”

AFRICOMê teqez kir ku ev tevger van êrîşan bi hevkariya bi Qayîdayê re pêk tîne.

Yekşemê jî, 90 kesan di encama teqînekê li Meqdîşoyê de jiyana xwe ji dest da.

Weke tê zanîn, ev tevger girêdayî Qayîdayê ye û ji 2011’an ve di hindirê welêt de êrîşên plankirî pêk tîne.

Êrîşa herî mezin jî, di 2017an de pêk hatibû û di encamê de 512 kesan jiyana xwe ji dest da û 295 jî birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button