Parêzer Cemal Demîr: Civak bi fikare

Parêzer Cemal Demîr anî ziman ku tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan fikaran zêde dike û got:
“Civak tengezar bûye.
Dixwaze tavilê agahiyê werbigire.”

Parêzer Cemal Demîr têkildarî mijarê axivî û got :

“Li gorî raporên CPT, hikumeat Tirk ti carî ji tecrîdê gav bi paş ve neavêt.

Weke ku tê zanîn ji Adara 2020’î û vir ve bi ti awayî têkiliya fîzîkî bi Birêz Ocalan re nayê danîn.

22 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin.”

Demîr rewşa nediyar a ku bi serdana CPT re rû da, bi bîr xist û got:

“Ev yek tiştekî bê qebûlkirin nîne.

Lêkolînkirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan yek ji wezîfeyên teqez ên CPT ye.

CPT vî karê xwe pêk nîne.

Divê CPT tavilê têkildarî giravê dest bi lêkolînê bike.

“Divê tecrîd tavilê bi dawî bibe”

Demîr tekez kir ku divê tecrîd tavilê bi dawî bibe.”

Back to top button