Hêlîn Umît: Bêyî berxwedana li Îmraliyê siyaseta Tirk nayê nirxandin

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît, diyar kir ku qetlîamên dewleta Tirk bi awayekî eşkere dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan nîşan dide û got: “Em ê hesabê van hemû komkujiyan bipirsin.”

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît di bernameyek taybet a Medya Haberê de bi wesîleya salvegera komujiya Parîsê ya duyem de nirxandin kir.

Hêlîn Umît di destpêka axaftina xwe de balkişand ser tecrîda li dijî Rêbe Apo û pêngava cîhanî ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û wiha bi lêv kir;

”Sîstema qirkirinê ya li Îmraliyê bi hemû giraniya xwe dewam dike.
Hem ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û hem jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, di vê çarçoveyê de em pêngavan pêş dixin.
10’ê Kanûnê li seranserê cîhanê roja xwendina fikrên Rêber Apo lidar xistin. Ev gelekî bi wate û bi nirx bû.
10’ê Kanûnê di heman demê de roja mafên mirovan e. Her kesê fikrên Rêber Apo bi kelecanî xwend û anî ziman. Divê mirov vê bidomîne.

Hêlîn Umît: Emê hesabê hemû komkujiyan bipirsin

Hêlîn Umît,di dewamê de şehîdên komkujiya Parîsê bi van gotinan bi bîr anî:

”Ez hevrê Evîn, Mîr Perwer û Abdurrahîm Kizil bi rêzdarî bibîr tînim.

Bê guman gelê Kurd ên li Ewropayê ji bo şermezarkirina vê komkujiyê amadekariyên cidî dikin.

Bi komkujiya yekemîn a Parîsê re, yanî bi qetilkirina hevrê Sakîne di 9’ê Çileyê de, pêvajoyeke nû destpê kir.

Yanî MÎT’a Tirk eşkere kiribû ku li derveyî sînorên xwe veguheriye hêzeke operasyonê û dê ne tenê pêşengên gelê Kurd û wekîlên wan, her wiha welatparêzên pêşeng jî bikin hedef.

Hêlîn Umît destnîşankir ku mirovên têkoşîna azadiyê ya gelan dimeşînin li nava kolanan tên kuştin û wiha domand:

”Rêbertî wiha gotibû, “Ha gule li Sakîneyê xistin, ha li min xistin e.”
Dema tê gotin komkujî, qirkirin yekser hejmara mirovan tê girtin dest. Ew xelet e. Li vir mirovahî tê qetilkirin.
Komkujiya Mereşê, komkujiya 19’ê Kanûnê ya li girtîgehan, komkujiya Roboskê û komkujiya Parîsê nîşaneya vê yekê ye.

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît di dawiyê de soza hesab pirsîna hemû komkujiyan da .

Çareseriya hemû kirîzan Abdullah Ocalan e

Back to top button