Platforma Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê got ew siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Apo şermezar dikin û ji azadiya fîzîkî ya Rêber APO dê têkoşîna xwe bilind bikin.
Platforma Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê li dijî tecrîda li ser Rêber APO daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelek serlêdanên hevdîtinê yên parêzer û malbatan hatine redkirin.
Wekî ku tê zanîn li ser Rêber apo îzolasyon û tecrîdeke mezin heye.
Wekî her kesî em jî dizanin navê vî tiştî êşkence ye.
Konseya Ewropayê û CPT,sazîyên navneteweyî berpirsyariyên xwe bi cih naynin.
çavê xwe ji vê nêzikatiya kêfî ya derveyî hiqûqê ya dewleta Tirk re digirin.
Em jî wekî Platforma Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê vê tecrîd û êşkenceya li ser Rêber Apo tundî şermezar dikin.
Em bang dikin ku li dijî tecrîdê rabin û bêdeng nemînin.