Êrîşên dagirkeriyê li Almanya û Awûstûrya hate şermezarkirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojavayê Sûriyeyê li bajarê Saarbrucken a Almanyayê û paytexta Awûstûrya Viyanayê hatin şermezarkirin.

Li bajarê Saarbrûcken ê Almanyayê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîtîngek hate lidarxistin.

Di çalakiya ku bi dehan Kurdistanî li ber Europagalerîeyê hatin cem hev.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî bi meşekê êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Gelek Ciwanên Kurd tevlî meşê bûn. Di meşê de alên YPG û YPJ’ê hatin hildan.

Ciwanên tevlî meşê bûn, diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker sûcê şer dike û bêdengiya dewletên Ewropayê şermezar kirin.

Di meşê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Gelê Rojava ne bi tenê ye” hatin berzkirin.

Li Hollandayê ji bo Rêber Apo pêngava 100 hezar qert hate destpêkirin

Back to top button