Sozdar avesta: Gerîlayên azadiyê li ser xeta Zîlan, Sema û gulanan li ber xwe didin

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta diyar kir ku gerîlayên azadiyê li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser xeta Zîlan û Sema Yuce li ber xwe didin û got “Divê gelê me ji her demê zêdetir li dora gerîla bibin xelek.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta tevlî bernameya Taybet ya Stêrk Tv bû û derbarê şehîdên meha Hezîranê û kuştina Denîz Poyraz a HDP’yî nirxandin kir.

Sozdar Avesta şehîdên meha Hezîranê bi bîr anî û diyar kir ku çalakiya heval Zîlan di têkoşîna me ya azadiyê de yekemîn çalakiya fedayî ye. Di wê çalakiyê de derbeke giran li dijmin xist.

Sozdar anî ziman ku ji ser vê çalakiyê 25 sal derbas bû, lê em girîngiya çalakiyê her roj baştir fêm dikin.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê da zanîn ku ew di nameya Heval Sema de jî dibînin, şert û merc çi bin, xwedî li Rêbertî û xeta Rêbertî derdikeve û bi çalakiya xwe ya fedayî xwe ji xweliyên xwe ava dike.

Sozdar qala şehîd Gulan jî kir û got “Heval Zîlan, heval Sema û heval Gulan li hemberî komployê heman helwest nîşan dan.

Sozdar Avesta diyar kir ku gerîlayên azadiyê li hemberî êrişên dewleta Tirk li ser xeta Zîlan û Sema Yuce li ber xwe didin, lewra divê gelê me ji her demê zêdetir li dora gerîlayan bibin xelek.

Sozdar Aveste li ser Endama Konseya Rêvebir a KJK’ê Leyla Agirî jî got:

Heval Leyla xeta berxwedan û azadiyê temsîl kir, bû fermandar û pêşengtî ji şoreşê re kir. Ji ber vê şehadeta heval Leyla em gelekî xemgîn kirin. Di vê mehê de gelek hevalên me şehîd bûne.

Sozdar Aveste: Êrîşa li dijî Deniz Poyraz, ji tecrîd û êrîşên li ser herêmên parastina medya ne dur in

Sozdar Avesta şehîd Denîz Poyraz bi bîr anî û anî ziman ku ev ne êrîşeke ji rêzê bû, ev êriş ne dûrî êrişên li ser HDP’ê, tecrîda li ser Îmraliyê û êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ye. Armanca vê êrişê komkujiyeke mezin bû.

Sozdar Avesta got:

Em ê li ser xeta şehîdan bimeşin û teqez emê tola wan hilînin.

Back to top button