PDK Li herêma Rêncbiraxê a Zagrosê li djî gerîla amadekariya êrîşê dike

PDK ji 5’ê Hezîranê ve bi awayekî eşkere li dijî gerîla ketiye nava tevgerê û piştgiriyê dide êrîşên dewleta Tirk a dagirker. PDK niha jî hêzên xwe dişîne herêma Rêncbiraxê a Zagrosê ku 33 sal in neçûye wê derê. Armanca şandina van hêzan jî rasterast lewazkirina berxwedana gerîla ye û piştgiriya dagirkeriya dewleta Tirk e.

Artêşa Tirk a dagirker ji 23’yê Nîsanê ve êrîşên xwe yên li ser başûrê Kurdistanê dewam dike. Gerîlayên Kurdistanê li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedaneke dîrokî nîşan didin.

Li aliyê din PDK jî ji bo ku berxwedana gerîla lewaz bike, her tiştî dike û piştgiriya êrîşên dagirkeriyê dike. Herî dawî jî PDK’ê hêzên xwe şandin herêma Metîna û dest bi provakasyonan kir.

PDK amadekariyên êrîşên li dijî Herêma Rêncbiraxê jî didomîne. Êrîşa PDK’ê ya li dijî vê herêmê ku qadeke di nava Zagrosan de ye, ragihandina şer e û lewazkirina berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê ye.

Herêma Rêncbiraxê qadên mîna Sîda, Saca û Çemço jî di nava xwe de dihewîne. Ji ber wê ji bo gerîla jî herêmeke gelek stratejîk e.

Rêncbirax dikeve pişt herêmên Avaşîn û Kela Bêdewê ku niha li wan herêman berxwedaneke mezin heye. Hêz şandina van qadan, tê wateya destwerdana li berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê.

Armanca vê yekê rasterast piştgiriya dagirkeriya dewleta Tirk e.

Ji sala 1988’an û pêde pêşmerge neçûye herêma Rêncbiraxê. Lê hêzên gerîla ji sala 1982’an de li wê herêmê ne. Gelo îro çi karê hêzên PDK’ê li wir heye. Hêz şandina li wê herêmê rasterast xizmeta dagirkeriya dewleta Tirk dike.

Tê gotin ku PDK ji dewleta Iraqê dixwaze ku ew jî hêzên xwe bişînin wê herêmê û bi hevre li dijî gerîla bikevin nava tevgerê.

Di rewşeke wiha de wê şer berfireh bibe û kes wê nikaribe pêşî lê bigire. Helbet wê berpirsyarê vê yekê jî PDK be.

Ji lewra tevî hemû bangan û hişyariyan jî PDK hêzên xwe dişîne qadên gerîla û dixwaze dorpêç bike.

Back to top button