Li Girê Spî polîtîkayên guhertina demografîk bê navber dewam dikin.
Dewleta Tirk a dagirker 95 penaberên din derbasî Girê Spî kirin.
Dewleta Tirk duh bi rêya deriyê sînor, 95 penaberên Sûriyeyî, vegerandin Girê Spî .
Penaber ji Hema, Heleb, Dêrazor, Idlibê û herêmên din ên Sûriyeyê ne.
Dewleta Tirk ev penaber bi darê zorê vegerandine û radestî çeteyên “Polîsên leşkerî” kirin .
Da ku li malên koçberan werin bicihkirin.
Bi vê yekê hejmara penaberên ku di vê mehê de li Girê Spî hatine bicihkirin bû hezar û 311 penaber.
Ji Nîsana îsal zêdetirî 24 hezar penaber bi darê zorê li Girê Spî hatine bicihkirin.