Seîd Çomlek: Ji ber PDK’ê metirsiyek mezin li ser şêniyên Mexmûrê heye

Endamê Komîteya Karê Derve ya Mexmûrê Seîd Çomlek destnîşan kir ku ji ber nêzîkatiyên PDK’ê, metirsiyek mezin li ser şêniyên Mexmûrê heye.

Seîd Çomlek diyar kir ku çawa dewleta Tirk nêzî wan dibe, PDK jî heman şêwazê dijmintiyê raber dike û got:

“Em ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk hatine Başûrê Kurdistanê, li vir jî nêzikatiyek wisa heye.

Ji bo vê jî em bang dikin ku tevahî gelê Kurd û mirovahî êdî rastiya PDK’ê bibînin”.

Çomlek teqez kir ku PDK ji bo gelê Kurd tiştekî nake û tenê xizmeta dewleta Tirk dike.

Di nava 2 mehan de, 2 kesên ji wargeha Mexmûrê, Metîn Adugit û Hacî Yildirim ku ji aliyê PDK’ê ve li Hewlêrê hatibûn girtin, bi awayekî bi-guman jiyana xwe ji dest da.

Back to top button