Îran: Divê rêveberiya Amerîka ya nû li peymana nuklerî vegere

Serokê Îranê Hesen Rohanî di roja yekem a serokê Amerîkî yê nû Joe Biden de, banga vegera li peymana nuklerî ya 2015’an kir.

Rohanî hêviya xwe anî ziman ku rêveberiya Amerîkayê ya nû li qanûn û pabendiyên navneteweyî yên biryara 2231’ê yên lihevkirina nuklerî vegere.

Rohanî got:

“Eger Amerîka pabendî sozên xwe nebe, em ê bernameya xwe ya nuklerî bidomînin.”

Hin berpirsiyarên rêveberiya Biden ragihand ku rêkarên diyalogên der barê peymana nuklerî digel Îranê li dar in û Israîl jî ji vê yekê agahdar e.

Namzetê Biden ê Wezareta Parastinê Lloyd Austin duh da xuyakirin ku, Îran hê jî li ser hevalbenên Washingtonê ên li Rojhilata Navîn, gef û hêmaneke têkber a aramiyê ye û got:

“Eger Îran hêzeke nuklerî bi dest xist, dê danûstandina digel wê der barê çi pirsgirêkê de, dijwartir be.”

Namzeta Ewlehiya Nateweyî Avril Haines jî da zanîn ku, Amerîka pêşbîniyê nake ku Îran li pabendiyên tam ên peymana nuklerî vegere.

Back to top button