Şehîd Roj Xabûr li Dirbêsiyê hat oxirkirin

Şehîd Barîn Botan ku di êrişa dewleta Tirk a li Qamiîlo de şehîd bû, doh li Şehbayê bi merasîmeke bi heybet hat veşartin.
Cenazeyê şehîd Jiyan Tolhildan jî doh gihişt Helebê û îro wê bi merasîmekê were oxirkirin.

22’ê mehê droneke Tirkiyê li nêzî bajarê Qamilo erebeyek kir armanc û tê de Fermandara QSD û YPJ’ê Jiyan Tolhildan û hevrêyên wê Roj Xabûr û Barîn Botan şehîd bûn.

24’ê mehê li Hesekê ji bo hersê têkoşeran merasîmeke bi heybet pêk hat.

Bi hezaran ji şêniyên herêmê Cizîrê tevli merasîmê bûn û soza şopandina rêya şehîdan nû kirin.

Piştî ku merasîm bi dawî bû, cenazeyê Roj Xabûr bo goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li navçeya Dirbêsiyê hat şandin.

Şehîd Barîn Botan li Şehbayê hat oxirkirin

Cenazeyê şehîd Barîn Botan jî doh gihaşt jidaikbûna wê Şehbayê.

Bi sedan ji şêniyên Şehba û koçberên Efrînê ji bo pêşwazîkirina cenaze li deriyê ketina navçeya Ehdasê kom bûn.

Piştre girseya gel bi karwanekî ji sedan erebeyan ber bi goristana şehîdan ve bi rê ket û li wir merasîmê dest pê kir.

Li wir hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê Şîraz Hemo axivî.

Şîraz Hemo teqez kir ku dewleta Tirk nikare ewlehiyê ji kesekî re peyda bike, ji ber herêmên dagirkirî jêdera terorê ne.

Piştî axaftinan cenazeyê şehîd Barîn Botan di navasloganan de hat veşartin.

Cenazeyê şehîd Jiyan Tolhildan doh gihaşt Helebê

Cenazeyê fermadara YPJ’ê û QSD’ê Jiyan Tolhildan jî doh gihaşt Helebê.

Bi sedan ji xelkê Helebê pêşwaziya cenaze kirin.

Dibe îro cenazeyê şehîd Jiyan Tolhildan bi merasîmekê bi heybet were veşartin.

Back to top button