Li dijî pirsgirêka avhewayê fikrê Abdûlah Ocalan tekane çareseriye

Her ku diçe di cîhanê de pirsgirêka avhewayê girantir dibe.
Çalagerên Greva Avhewayê û Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê St. Gallen ê Swîsre diyar kirin ku pergala Rojavayê Kurdistanê li dijî krîza avhewayê tekane çareseriye.

Çalagerên Greva Avhewayê û Tevgera Ciwanên Şoreşger-TCŞ’ê li dijî krîza avhewayê li bajarê St. Gallen ê Swîsre meş li dar xistin.

Piştî meşê li ser navê Greva Avhewayê ya St. Gallenê û TCŞ’ê axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hat diyarkirin ku dewleta Tirk her roj êrîşî Rojava dike û gefa qutkirina avê dike.

Bidomdarî wiha hate gotin:

“Rojava bi sîstema femînîst û ekolojîk a ku pêşxistiye hêviyê dide me. Divê em jî li vir piştevaniya Rojava ya ku li hemberî êrîşan li ber xwe dide bikin.”

Aktivîstê TCŞ’ê Azad Dersîm diyar kir ku Konfederalîzma Demokratîk ku fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandorê li gelên cuda yên cîhanê dike, Kurdan bi vê fikrî DAIŞ têkbirîn û îro Rojava ava dikin.

Back to top button