Li navçeya Qena ya Kobanê ji ber qutkirina ava Firatê nexweşî belav bûne

​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker qutkirina para Sûriyeyê ya ava Firatê didomîne û encamê de çem zuha û qirêj bûye. Qirêbûna ava çem jî bûye sedema belavbûna nexweşiyan.

Navenda Tenduristiyê ya navçeya Qenaya ku 30 km dûrê bajêrê rojane ji 6 heta 8 kesên ku ji ber qirêjbûna ava çem bi jehrî dikevin pêşwazî dike.

Li navçeyê şebekeyê ava vexwarinê tune ne û ava bîran jî şor e ku ji bo vexwarinê nabin, lew ra şênî neçar dimînin ava Firatê bi sahrîcan bikişînin û bi kar bînin.

Rêveberê Navenda Tenduristiyê ya navçeya Qenayê Dr. Omer Feyad Ehmed piraniya nexweşên ku li navenda tenduristiyê didin, vedireşin û nava wan diçe. Ev jî ji ber qirêjbûna avê ye.

Ehmed bang li şêniyan kir ku ava çem bi dermanan dezenfekete bikin an jî baş bikelînin heta ku paqij bibe.

Berdevkê Komîteya Tenduristiyê ya kantona Kobanê Eladîn Kino Eto anî ziman ku di meha Gulana borî de 391 rewşên jehrîbûna avî hatine belgekirin,

Eto diyar kir ku bi hatina havînê re rewş her diçe xerabtir dibe.

Qutbûna ava Firatê bi hatina havînê re rewşa jiyanî girantir dike

Back to top button