Bi rihekî hevpar 18 jinên ji navçeya Tirbespiyê di kooperatîfa çandiniyê ya Aboriya Jin de berhemên xwe yê çandiniyê kom dikin.
Jin bi koperatîfên xweser pirsgirikên xwe yên aborî çaresr dikin û berhem pêşkêşî civakê dikin.
Yek ji projeyên ku saziya Aboriya Jin bi rêka koperatîfên jin pêşxistiye çandiniya genim, kizbera, ceh û kemûn e.
Li gundê Meşûq û Elî Bedrana yên navçeya Tirbespiyê, 18 jinan, 75 donim erd bi genim, kizbera û kemûn çandibûn.
Niha dema berhev kirinê ye jin jî dest bi berhevkirina çandiniya xwe kirine.
Berhemên kooparatîfê ji sedî 75 ji bo endamên kooperatîfê ne, ji sedî 15 jî ji bo demsala pêş a çandiniyê ne, yên din jî ji bo mesrefêye.
Der barê komkirina mewsîmê de endama kooperatîfê Mewlîde Beşîr Ehmed axifî û got: “Îsal mewsima me ji hemû salên din baştir e.
Mewlîdeyê destnîşan kir ku têkiliyên di nava kooperatîfê de pir baş in û her yek karê xwe dike û wiha dom kir:
“Em wek jin bi hev re, bi keda xwe kardikin û him debara xwe dikin, him jî ji aliyê çandiniyê de welatê xwe pêşdixin.”



