Parlak: Armanca tecrîdê astengkirina aştiya li Rojhilata Navîn e

Têkîldarî tecrîd, cezayên disîplînê, kiryar û pêkanînên li dijî Rêber Apo rojeva sereke ya gelê Kurd e.
Di vê çarçoveyê de Parlementerê Partiya Çepên Kesk a Colemêrgê Vezîr Parlak jî diyar kir ku yên tecrîdê giran dikin naxwazin li Rojhilata Navîn aştî çêbibe.

Parlementerê Partiya Çepên Kesk a Colemêrgê Vezîr Parlak têkîldarî tecrîda li dijî Rêber Apo nêrînên xwe anî ziman.

Diyarkir ku divê em hemû bêhiqûqiyên di polîtîkaya tecrîdê de bibînin û wiha got:

“Esasgirtina vê bêhiqûqiyê, tevahiya welat bi bêhiqûqiyê re rû bi rû dimîne.

Armanca sereke ya vê yekê ew e ku naxwazin rastiyên ku ji aliyê aktorekî girîng ê dikare aştiya li Rojhilata Navîn misoger bike, were vegotin bandorê li ser gelên li Rojhilata Navîn bike.

Ev polîtîkaya tecrîdê di heman demê de tecrîda li ser daxwaza aştiya civakî ya gelên Rojhilata Navîn e.

Bi tecrîda Îmraliyê re dixwazin peyameke bidin bi deh hezaran girtiyên di zindanan de û ji gelên me re.

Tehemûla wan li hemberî îradeya bi biryar nîne.”

Rengîn Ergul: Cezayê disîplînê yê li dijî Rêber Apo ne qanûnî ye

Back to top button