Kampa Holê.. Zarokên DAIŞ’ê li ser hişmendiya tundrew tên perwerde kirin

Siyasetmedarên ji Reqayê bang li civata navneteweyî kir ku bi erkên xwe rabin û çareseriyakê ji dosiyaya malabatên DAIŞ’ê yên li kampê dimînin bibînin.

Hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Reqa Xazî El Yasîn li ser xeteriya nifşa nû ya zarokên DAIŞ’î axivî û got:

“Xetereya kampê, xetereyeke cîhanî ye, kampa holê bûye cihê perwerdeya tundrew a zarokên DAIŞ’ê.

Zêdetirî 6 hezar zarok li kampê hene.

Li kampê mehane zêdetir 80 zarok têne dunê.

Wek encam, divê çavdêriyeke navneteweyî hebe da ku ev zarok ji nû ve werin perwerdekirin yan jî wan bişînin welatên wan û ev kamp bi temamî bê girtin”

El Yasîn bang li hemû rêxistinên navneteweyî û NY’yî kir ku alîkariya Rêveberiya Xweser bikin.

Der barê heman mijarê de endamê Nivîsgeha Rêxistinî ya PYD`ê li Reqayê Besam El Hemed jî axivî û got:

“Pêngava Mirovî û Ewlehiyê xetereya kampê eşkere kir û bîrdoziya tê de pêşdikev diyar kir.”

Back to top button