Dewleta Tirk a dagirker doh êvarî careke din gundewarê navçeya Zirgan, Şêrawa û Til Temirê bombebaran kirin.
Leşker û çeteyên dewleta tirk doh derengiya şevê gundê Bobî yê bakurê rojavayê navçeya Zirganê bi obîsan topbaran kir.
Di topbaranê de nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê bû hedef û di encamê de leşkerekî hikumeta Şamê bi navê Ebdurehman Hedlan birîndar bû.
Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî jî topbaran kir.
Di saetên nîvro de jî dagirkeriyê gundê Dirdara yê girêdayî navçeya Til Temirê topbaran kir.
Dagirkeran Kobanê û gundên Zirgan, Şêrawa û Til Temirê bombebaran kirin