Çalakvanên Sûrî: Nifşeke DAIŞ’ê nû ya xeter li kampa Holê mezin dibe

Li kampa holê zarokên DAIŞ’ê bi fikra tundrew ve mizin dibin û ev yek nifşeke xeter a DAIŞ’ê avadike.
Çalakvanên Sûrî bang ki welên derve kirin ku welatiyên xwe yên di kampa holê de bigrin, berya ku ew weke amureke li dijî mirovahiyê bêne karanîn.

Di operasyona herî daw ya Mirovî û Ewlehî ku li kampa holê pêk hat de careke din xeteriya nifşê nû ya zarokên DAIŞ’ê derket holê.

Şaneyên DAIŞ’ê wan zarokan li gor fikrê tundrew ê DAIŞ’ê perwerde dikin, da ku li dijî mirovahiyê bikarbînin.

Çalakvanên Sûrî derbarê xeteriya li kampa Holê û metirsiya avabûna nivşekî nû li wir ji ANHA’yê re axivîn.

Rojnamevan û çalakvanê siyasî Diyaa Temir behsa xeteriya şaneyên DAIŞ’ê kir û ev tişt anî ziman:

”Divê hemû welat welatiyên xwe yên DAIŞ’î yên li kampa Holê werbigirin. Divê nivşê nû bê perwerdekirin.

Eger ev tişt neyê kirin wê ev nifşê nû yê ku fikrê DAIŞ’ê hildigire bibe alavek ji bo pêkanîna planên terorî.

Temir îşaret bi gef û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê jî kir û got: ”Gef û êrişên Tirkiyê ruhekî dide DAIŞ’ê.

Me û civaka navneteweyî dît çawa bi êriş û gefên Tirkiyê re çalakiyên şaneyên DAIŞʹê derdikevin.

Mînaka vê yekê jî, êrişa berî çend mehan a li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê bû.

Û tevliheviya li kampa Holê û êrişên li ser herêmên gundewarên Dêrazor, Reqa û herêmên din.”

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Civakî Nîdal Fendî jî derbarê heman mijarê de ev tişt got:

“Tirkiyê destekê dide DAIŞʹê. Ji bo wê jî DAIŞ’ê nefes dike. Ger ne ji vê piştgiriyê ba wê DAIŞ neba.”

Nîdan Fendî bal kişand ser perwerdekirina zarokên li kampa Holê li ser fikrên tundraw û wiha dewam kir:

“Ev nifş ji aliyê DAIŞ, Tirkiyê û hêzên din ên tarî ve tê xirabkirin.

Ji ber vê yekê divê hemû kesên welatparêz û pêşverû bi cidiyet kar bikin û vî nifşî rizgar bikin.

Her du çalakvanan bang li welatan kirin ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’ê yên li kampa Holê werbigirin.

Back to top button