Rewaa Muslih El Uweyd a 21 salî, 25 vê mehê li gundê Um Hibal yê Til Koçerê bi guleyan hatibû kuştin.
Hate diyarkirin ku kujerên jina ciwan, hatin girtin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî ji dozgeriya giştî ya navçeya Til Koçerê hatî dayîn de kujerên jina ciwan a bi navê Rewaa Muslih El Uweyd hatin girtin.
Çavkaniyan diyar kir ku ku qatilên Rewaa birayên wê Ehmed û Silêman El Uweyd in.
Komîteya Jinan a PYD’ê banga hesabpirsînê ji kujerên Rewaa kir
Komîteya Jinan a Nivîsgeha PYD’ê ya navçeya Til Koçerê jî, têkildarî heman mijarê daxuyaniyek da.
Komîteyê kuştina jina ciwan bi destê birayên wê bi hiceta namûsê şermezar kir û got:
“Tevî têkoşîna demdirêj a ji bo guhertina van têgehên paşevrû, lê dîsa jî jin bi hiceta namûsê tên kuştin.”
Komîteyê bang kir ku cenazeyê herî giran li sûcdaran bê birîn.