Salvegera 7’an-Şehîdên Komkujiya Qamişlo hatin bibîranîn

Komkujî bi destê çeteyên DAIŞ’ê bi rêya erebeyeke bombebarkirî pêk hat û di encamê de 62 welatî ku di nav wan de 3 endamên Hêzên Asayîşê şehîd û 177 kes jî birîndar bûbûn.
Îro li cihê komkujiyê merasîmek bîranînê hat lidarxistin.

Bi pêşengiya Meclisa Bajarê Qamişlo li taxa Xerbî li cihê komkujiyê, şehîdên komkujiyê hatin bibîranîn.

Di bîranînê de, li ser navê Rêveberiya Meclisa Malbatê Şehîdan Silêman Îsa axivî û şehîdên komkujiyê bi bîr anîn.

Îsa bal kişand li ser berxwedana gelan û got: çi dibe bila bibe pêwîst e têkoşîn berdewam bike.

“Dewleta Tirk bi êrişên xwe dixwaze me tune bike, lê bila bizane emê her li ser xaka xwe têbikoşin.

Bi sekna xwe ya berxwedêr de, em dê her li ser lingan bin.

Piştî axaftinan, mûm hatin pêxistin.

Bi deqeyeke rêzgirtinê şehîdên teqînê hatin bibîranîn

Back to top button