Piştî 10 salan dîmenê berxwedaniya şêniyên Til Hasil

Piştî 10 sal di ser komkûjiya Til Hasil û Til Eran re derbas bûn, îro di salvegera vê komkujiyê de dîmenekî nû yê berxwedaniya şêniyên Til Hasil ku ji aliyê berxwedêran ve hatiye kişandin gihêşt ber destê me.
Di dîmenan de diyar dibe ku şêniyên navçeyê bi çekên xwe yên sedvaniyê li hemberî DAIŞ’ê şerê xwe-parastinê dimeşînin.

Dîmenê hûn dibînin li navçeya Til Hasil a Helebê ye ku îro salvegera 10. a komkûjiya li wê dewerê çêbûyî ye.

Piştî 10 salan îro ev dîmen gihêşt ber destê me û cara yekê ye, em bi temaşevanan re parve dikin.

Di dîmen de jî diyar dibe ku şêniyên navçeyê li hemberî êrîşên DAIŞ’ê li ber xwe didin.

Û tişta herî girîng jî, li hemberî rêxistineke hov a weke DAIŞ’ê ku arteşên xwedî sed-hezaran leşker li hemberî wê nikarîn şer bikin.

Di destê van kesên sîvîl de tenê çekeke sed-vaniyê heye.

Di dîmen de diyar dibe ku maşîneya ala DAIŞ’ê li ser wê daliqandiyê jî hatiye bê bandor kirin û li gorî dengê dîmen bi wê çeka di destê xwe de jî, gelek çete kûştine.

Tevî êrîş, dorpêç û komkûjiyan jî ev dîmen careke din vîna şerê gelê şoreşgerî ya Kurdên Helebê nîşanî her kesî dide.

Back to top button