Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclisa Sivîl a Dêrazorê “Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê ji bo Pêşxistin û Xurtkirina Hevkariyê li Dêrazorê” li dar xist.
Li gorî komîteya amadekar a kongreyê, armanc ji kongreyê guhdarîkirina daxwazên xelkê Dêrazorê, nîqaşkirina astengiyên beriya lidarxistina kongreyê derketine, aktîvkirina hevkariyê, avakirina sazûmaniyeke rêveberiyê û xurtkirina hêza ewlehî û leşkerî ye.
Di kongreyê de Nûnerên meclisên herêmên rojhilat, rojava û bakurê Dêrazorê, nûnerên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, partiyên siyasî, jin, şêx û rûspiyên eşîrên Dêrazorê û hejmareke kesayetên naskirî yên herêmê amade bûne.
Her wiha nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed û rûspiyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî beşdar dibin.
Hêjayê bibîrxistinê ye ku beriya lidaxistina kongreyê Rêveberiya Xweser rêzecivîn ji şêniyên herêmê re ji bo li darxistina kongre, pêşxistina Rêveberiya Sivîl li Dêrazorê û xurtkirina ewlehiya herêmê nêrînên wan guhdarî kiribû.