Li Til Koçerê jineke ciwam hat qetilkirin

Li navçeya Til Koçer a kantona Qamişlo jineke ciwan a 21 salî hat qetilkirin.

Jina Ciwam ji gundê Um Hîbal ê bakurê navçeya Til Koçerê ye.

Şêniyên gund ragihand ku ciwana bi navê Rewaa Muslih El Uweyd 21 salî ye û duh êvarê hatiye qetilkirin.

Li gorî agahiyan, birayê Rewaayê ew bi guleyan qetil kiriye.

Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê sûcê qetilkirinê, dest bi lêpirsînê kir.

Kongra Star a navçeya Til Koçerê bi daxuyaniyekê ev sûc şermezar kir û daxwaz kir ku cezayekî giran li sûcdar bê birîn.

Back to top button